H’emû nûçeSereke

Pêşangeha navneteweyî ya tûrîzmê ya ITF Armenia 2025 li Yêrêvanê wê bê lidarxistin

Pêşangeh û forûma karsazîyê ya navneteweyî ya ITF Armenia 2025 wê di navbera 4-6 nîsanê de li Ermenîstanê bê lidarxistin. Çalakî ji alîyê komîteya tûrîzmê û fêdêrasyona tûrîzmê ya Ermenîstanê ve tê organîzekirin.

Seroka komîteya tûrîzmê ya Komara Ermenîstanê Lûsînê Gêvorgyanê di civîneke çapemenîyê de ku li navenda çapemenîyê “Armenpress” hat li darxistin, da zanîn ku ev bûyereke bêhempa ye di sêktora geştyarî de, ku dê hemî alîyên eleqedar li yek cîhî bîne cem hev.

“Çalakî wê li komplêksa sportê û konsêrta bê lidarxistin”. Opêratorên gerê, otêl û firokexaneyên rêwîtîyê wê li yek cîhek kom bibin.Tevlêbûna pargîdanîyên IT-ê ku wê çareserîyên xwe yên dîjîtal yên ku ji bo sêktora geştyarîyê armanc dikin pêşkêş bikin, pir girîng e. Nûnerên her du dezgehên hukumetê û şirketên taybet yên ji welatên cuda wê beşdarî çalakîya girîng ya pêşerojê bibin. Lûsînê Gêvorgyanê gotîye: “Ev ji bo rêxistinên me yên herêmî û bi taybetî yên herêmî jî derfeteke baş e ku hevkarên nû bibînin”.

Serokê fêdêrasyona tûrîzmê ya Ermenîstanê Mêxak Aprêsyan da zanîn ku erdnîgarîya beşdarbûnê pir berfireh e. Welatên cînarên herêmê Îranê û Gurcistanê eleqe nîşan dan û ji welatên piştî Sovyêtê, Avropayê û Asyayê jî bertek hene.

“Ew firsendeke pir baş e ji bo pêşvebirina hevkarîya navneteweyî û her weha ji pêrspektîva geşepêdana tûrîzma navxweyî”. “Bûyer wê ji bo niştecîhên Ermenîstanê pir balkêş be, ji ber ku ew ê gelek pêşnîyar û pakêtên derve li yek cîhek pêşkêş bikin, ev tê vê wateyê ku ew fersendeke baş e ku meriv cîhên nû kifş bike”,- Mêxak Aprêsyan gotîye.

 Di çalakîya bê de wê derfetên tûrîzmê û berhemên cihêreng yên Ermenîstanê ji hevkarên navneteweyî re bêne pêşkêş kirin. Derfetên pêşxistina paketên geştîyarîyê yên hevpar yên bi welatên herêmê re jî wê bên balkişandin. Ji alîyê pêrspêktîva kişandina geştîyaran ve, welatên ereb ji bo Ermenîstanê hedef in. Ji Îmaratê, Kûvêytê, Omanê û gelek eleqeyek heye. Cîhê hedefa din welatên Asyayê ne, nemaze Çînistan û Japonya.

Amadekar piştrast dikin ku ev bûyera girîng wê bibe kevneşopî û bi nîyaz e ku wê ew qas mezin û girîng bikin ku wê cîhê xwe di nexşeya pêşangehên geştîyariyê yên navneteweyî de bibîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button