H’emû nûçeSereke

Rewşa Rûbên Vardanyan li dadgeha Bekûyê xerab bûye

Wezîrê berê yê dewleta Qerebaxê Rûbên Vardanyan li dadgeha Bekûyê îfadeya xwe red kir. Ev ji alîyê mêdyaya Adirbêcanê ve hatîye ragihandin. Berîya niha Vardanyan ji bo şermezarkirina binpêkirinên qanûnên prosêdûrê yên navneteweyî û Adirbêcanê yên di dema darizandinê de dest bi gireva birçîbûnê kiribû.

Hate ragihandin ku Vardanyan û parêzerê wî ji bo guhertina pêkhateya dadgehê serlêdan kirine, lê belê nehat lêkolînkirin. Di danişîna dadgehê de ji ber girava birçîbûnê rewşa Vardanyan gelekî xerab bûye. Dadgeh neçar ma ku taloq bike.

Hatîye ragihandin ku Vardanyan ji mûayeneya bijîşkî hatîye kirin û pişra danîşîna dozê berdewam kirîye. Ji Vardanyan re tevî ku xwe nebaş hîs kir, gelek pirs hatin kirin, di nav wan de têkilîyên wî bi rayedarên payebilind yên berê yên Ermenîstanê û Qerebaxê re jî, Vardanyan bersiv neda tu pirsan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button