
Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê Ebdûlah Ocalan bangî PKK ê kirîye sîliha daynin û PKK ê belav bikin.
Malpera tirkîye Demokrathaber ê ragîhandîye,wekî şanda DEM partîyê, ya hevt merivê, çûye Îmralîyê, li kîderê rastî rêberê PKK ê, Ebûlah Ocalan hatîye û derheqa banga wîda elametî belav kirîye.
Nava banga Ebdûlah Ocalanda hatîye dîyarkirinê,wekî PKK nava wedê dîrokêyî herî dijwarda hatîye damezirandinê, dema ku heyîn û azayên kurdî hatibûne înkarkirinê.Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava wedê nihada fikira heyîna PKK ê unda bûye. Bi gotina Ocalan pêwandîyên kurda-tirka ji hezar sala derbaztir dibe û ewê bi hevra heyîna xwe berdewamkin, nava tifaqekêda wê dijî hêzên hêgêmon şerkarîyê bikin.Rêberê PKK ê daye dîyarkirinê,wekî nava 200 salên dawîda li hev hatîye wê tifaqê bidine perçekirinê.
“Nava heja bi qewatê, ya nava dîroka Tirkîyayêda ya here dirêjda PKK pêşda hatîye, çimkî rêyên sîyasîya dêmokratîk girtî bûne”,-Ocalan gotîye û bangî hemû komên PKK ê kirîye ku sîliha daynin û partîyayê belavkin.







