SerekeSîyasî

Komên kurda di berdêla beşdariya sîyasî de amade ne ku çekan deynin

Şaneyên çekdar yên Partiya Yekîtîya Dêmokrat (PYD), ku ji aliyê kurdên Sûryayê ve hatine damezrandin, amade ne ku çekên xwe deynin, bi şertê ku derfet ji wan re bê dayîn ku beşdarî çalakiyên siyasî bibin.

Li gorî rapora “Armenpress” ê, ev  yek ji alîyê serokê PYD ê Salih Muslim ve, li ser banga rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ebdulah Ocalan, ku li Tirkîyayê hatiye qedexekirin, ji bo komên çekdar ku çekên xwe deynin, ji kanala El Arabiye re nirxand.

“Heger destûr bê dayîn ku em di warê siyasî de bixebitin, wê hewcedarî bi çekan namîne”,- ewî gotîye û tekez kirîye ku “hewceya hilgirtina çekan hîn jî heye, ji ber êrîşên Tirkiyayê yên dubarekirî”.

Muslim herwiha da zanîn ku partî li benda biryara kongreya PKK ê ye û dibe ku li wir hilweşandina partiyê bê ragîhandin.
Pêştir di peyama xwe de ku ji aliyê nûnerên partiya DEM ya alîgirê kurdan ve ji rojnamevanan re hat xwendin, Ocalan ku li Tirkîyayê cezayê heta-hetayyê girtî ye, daxwaz ji hemû rêxistinên ser bi PKK ê kir ku çekên xwe deynin û şerê çekdarî li dijî Tirkîyayê rawestînin û PKK ji nav bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button