Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn du cara rastî hevdu hatine û du cara jî bi têlefonê qise kirine

Nava bernama hukumatêda, ya derheqa pêwandîyên ermenîya-rûsîda, ya sala 2024 a da hatîye dîyarkirinê,wekî sala 2024 a da dîyaloga tevî Rûsîyayê, ya bi dereca bilind berdewam bûye.
“Du hevdîtînên serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û usa jî du qisên bi têlêfonê pêk hatine. Hevdîtineke serokwezîrê Ermenîstanê û serokwezîrê Rûsîyayê pêk hatîye”,-nava raportêda hatîye gotinê.
Hatîye dîyarkirinê,wekî Paşînyanê serokwezîr li Kazanê beşdarî hevdîtina serokên welatên endamên BRİKS ê bûye.
“Ermenîstanê û Rûsîyayê bi aktîvî nava doranên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Hevalbendîya Welatên Serbestda hevkarî mîyaser kirine. Li gorî encamên sala 2024 a, zivira eşîyaye di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda gihîştîye 12,4 mîlyard dolarî û himberî sala 2023 a ew bi 56,5 selefîva zêde bûye”,- nava dokûmêntêda hatîye dîyarkirinê.







