SerekeSîyasî

Serok Mesûd Barzanî: em hêvîdar in ku peyama Ocalan bibe destpêkek

Serok Mesûd Barzanî li ser banga Ocalan gotîye: “Em hêvîdar in ku peyama birêz Ocalan destpêkek be ji bo ku pêvajoya aşîtîyê rêya xwe bigire û bigihîje encameke wisa ku di berjewendîya hemû alîyan de be”.

Rêberê PKK ê Ebdûlah Ocalan bangî PKK ê kir û di banga xwe de ji PKK ê xwest ku xwe fesix bike û çekan deyne.

Serok Mesûd Barzanî li ser banga Ebdulah Ocalan peymek belav kirîye:

“Derbarê pêvajoya aşîtî û çareserîyê ya li Tirkîyayê, em tekezî li ser helwesta xwe ya neguher dikin û bi hemû hêza xwe piştgirîya pêvajoya aşîtîyê ya li Tirkîyayê dikin û aşîtîyê wek rêya tenê ya rast ji bo çareserkirina pirsgirêkan dibînin. Em hêvîdar in ku peyama birêz Ocalan destpêkek be ji bo ku pêvajoya aşîtîyê rêya xwe bigire û bigihîje encameke wisa ku di berjewendiya hemû alîyan de be”. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button