Serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê du cara, lê wezîrên karên der pênc cara rastî hevdu hatine

Sala 2024 a hevdîtinên serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Adirbêcanê du cara pêk hatine. Derheqa wê yekêda li gorî raporta hukumatê ajansa Radar Armenia ê ragîhandîye.
Bi wê yekêva tevayî, nava sala derbazbûyîda komîsîyayên pirsên dîyarkirina sînora û ewlehîya sînora, pênc cara rastî hevdu hatine, lê pênc cara jî hevdîtinên wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der pêk hatine.
Çi ku derheqa pêwandîyên ermenîya-tirkadane, sala 2024 a di navbera Nîkol Paşînyan û Receb Tayîb Êrdoganda hevdîtineke fermî pêk hatîye.Wezîrên herdu welataye karên der du cara rastî hevdu hatine û du cara jî bi têlefonê qise kirine.
“Li derghê sînorê Ermenîstanê û Tirkîyayê, li Margarayê û Elîcanê, hevdîtina wekîlên herdu welataye mexsûs pêk hatîye.Wezîrê karên der usa jî beşdarî forûma li Antalîyayê bûye û wextê hevdîtina bi formata “3+3” amade bûye. Di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda dîyaloga aktîv îzbat bûye”,- nava raportêda hatîye gotinê.







