H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dîsa li ser asta pêşkeftina êkonomîkîye: Paşînyan  

Li gorî encamên sala 2024 a û himberî ya sala 2023 a, zêdaya êkonomîkîye li Komara Ermenîstanê bi 5,9 selefîva zêde bûye.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr rûpelê xweyî  facebook ê da nivîsîye.    

Ewî daye dîyarkirinê, wekî hukumata ku sala 2021 ê hatîye teşkîlkirinê, qirar kiribû ku salên 2021-2026 a da hedefa navîn bikine 7 selefî û ew yek hatîye xweykirinê.Ji sala 2021 ê hetanî sala 2024 a li gorî encamên stendî, ew hejmar gihîştîye 8,15 selefî. Li gorî encamên sala 2023 a, ew yek gihîştîye 8,3 selefî, sala 2022 a 12,6 selef, lê sala 2021 ê 5,8 selef.

“Sala 2024 a hejmara xebatkarên li Ermenîstanê gihîştîye 760 555 merivî. Miaşa navîn gihştîye 287 172 diramên ermenî, lê himberî sala 2018 a ew bi 66,3 slefîva zêde bûye. Ji sala 2018 a hetanî sala 2024 a, bihabûna eşîya bighîştîye 25,3 selefî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button