Ermenîstan di warê dêmokrasîyê de li herêmê pêşeng e: raporta EIU ê

Economist Intelligence Unit (EIU) îndeksa dêmokrasîyê ya sala 2024 a eşkere kirîye, ku sala 2024 a de meylên dêmokrasîyê li seranserê cîhanê ronî dike.
Ermenistan di nava koma rêjîma hîbrîd de ji 10 qalan 5,35 qalan nav 167 welatan de di rêza 82emîn de cîh digire. Ermenîstanê di beşa hilbijartinan û pirdengîyê de 7,92 qal, di pêrformansa hukumetê de 4,29 , di beşdarîya sîyasî de 6,11, di çanda sîyasî de 3,13 , di warê azadîyên sîvîl de 5,29 qal standîye.
Bi vî awayî Ermenîstan ev du sal in li pey hev paşve diçe. Bi taybetî, di sala 2022 a de, li gorî Unit Intelligence Economist ê, welatê me dîsa di cîhanê de di rêza 82 a de cîh gîrt, lê pirtir – 5,63 qal, di sala 2023 a de ev nîşanker bû 5,42. Derket holê ku îndêksa dêmokrasîya Ermenîstanê di van salên dawî de her ku diçe kêm dibe.
Di heman demê de Ermenîstan di herêmê de pêşeng dimîne. Gurcistan bi 4.70 qala di rêza 94 a de, Adirbêcan bi 2.80 qala di rêza 126 de, Tirkîya bi 4.26 qala di rêza 103 de, Îran jî bi 1.96 qala di rêza 154 a de ye.
Di nav welatên piştî Sovyêtê de, Ermenîstan bi 6,04 qala li pişt Moldovayê ye (cîhê 71 ê), ku ne wek rêjîmeke hîbrîd û otorîtar (ji bilî welatên Baltîyê) tê senifandin, lê di koma dêmokrasîyên xelet de cîhê herî dawîn digire.








