H’emû nûçeSereke

Ev qanûn çawa erza bona endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda nîne: cîgirê wezîrê karên der

Projeya qanûna “Derheqa destpêka pêvajoya bona endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda” çawa erza bona endamtîya nava Yekîtîa Avropayêda nîne.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wextê civîna komîsîya pirsên întêgrasîyon, derheqa wê yekêda cîngirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsan gotîye.

“Ev qanûn çawa erza bona endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda nîne. Ev qanûn gorî nêzîkbûna tevî Yekîtîya Avropayêye”,-cîgirê wezîr gotîye.

Ewî gotîye,wekî ew niha hemtêksta guhartinên gêopolîtîkî nabîne.

Parlamêntvanê opozîsîyonê Armên Gêvorgyan ecêbmayî daye dîyarkirinê: “Usa dertê, ku hûn qanûnê qebûl dikin, lê berbi endamtîyê hewil nadin. Wî çaxî pirs pêşda tê, ku gelo hûn bona çi wê qanûnê qebûl dikin?”,-parlamêntvan gotîye. Parûyr Hovhannîsyan daye zelalkirinê: “Em pêvajoya bona endamtîyê destpê dikin, lê ew yek nade kifşê, ku me erza bona endamtîyê raber kirîye.Em derheqa wê yekêda dibêjin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button