H’emû nûçeSereke
Rojên fîlmên îranî li Ermenîstanê

Navenda çandê ya balyozxaneya Îranê ya li Ermenîstanê ragîhandîye ku dwê 13-15 ê adarê de li Yêrêvanê di bin banê navendê de çalakîya “Rojên fîlmên Îranê” bê lidarxistin.
Fîlm wê li klûba Sînê ya pirtûkxaneya neteweyî ya Ermenîstanê bên nîşandayînê.
Fîlmên îranî her tim bi çîrokên xwe yên balkêş, nêzîkatîyên xwe yên derhênerî yên bêhempa û helbet bi lîstikvanîya xwe ya bi hêz hatine cîhêkirin.
Bi vê boneyê em bi dilgermî bangî hemû sînemahiz dikin ku sînemaya Îranê û rengên sînemaya Îranê bibînin.







