H’emû nûçeSereke

Rûsya ji bo Fransîyayê û Avropayê bûye xeter: Makron

Serokkomarê Fransîyayê Emanuêl Macron diyar kirîye ku Rûsyîya bi şerê mezin yê li Ûkraînayê re ji bo Avropayê bûye xeter.

5 ê adarê, di gotareke têlêvîzîyonêde ewî bal kişand ser wê yekê ku Rûsya bi bikaranîna leşkerên Korêya Bakûr û alavên leşkerî yên Îranê, şerê Ûkraînayê veguherandîye “nakokîyeke cîhanî”.

Herwiha li gorî Makron, Rûsya bi awayekî aktîv potênsîyala xwe ya leşkerî zêde dike. Serokkomarê Fransîyayê gotîye: “Kî bawer dike ku Rûsya li Ûkraînayê raweste? Ji xwe Rûsya ji bo Fransîyayê û Avropayê bûye xeter”.

Makron destnîşan kirîye ku ew dixwaze bawer bike ku “Dewletên Amêrîkaêye Yekbûyî wê li cem wan bisekine”, lê divê Avropa ji berovajî vê yekê amade be. Rêberê fransî nêzîkbûna Rûsyayê û Amêrîkayê wek “serdemeke nû” bi nav kir piştî ku Donald Tramp wek serok dest bi kar bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button