Avropa parastina Ûkraînayê ji êrîşên rakêtan raber dike

Leşkerên rojavayî planek bi navê Sky Shield amade kirine da ku hêzeke asmanî ya ji 120 firokeyên şerker yên Yekîtîya Avropayê bi cîh bikin da ku parastina asmanî li rojavayê Ûkraînayê peyda bikin, rojnameya Guardian ê ragîhand.
Tê bawer kirin ku plan ji hêla plansazên berê yên hêza hewayî ya yekbûyî û hêzên çekdar yên Ûkraînayê ve hatîye çêkirin.
Erka sereke ya “SkyShield” parastina qada hewayî ya rojavayê Ûkraînayê ji mûşekên keştîyê ye. “Balafirên şer yên beşdar wê ji baregehên asmanî yên Avropayê rabin, ji nêzîk ve opêrasîyonên xwe bi hêza hewayî ya Ûkraînayê re hevrêz bikin” belgeya ku ji hêla Guardian ve hatîye destnîşan kirin dibêje.
Bi vê yekê, nivîskarên înîsîyatîvê dixwazin çavkanîyên hêza hewayî ya Ûkraînayê azad bikin, ku li gorî wan, dikare ber bi rojhilat ve bê veguheztin.
Vegerandina binesazîya ênêrjîyê ya Ûkraînayê jî wek pirsgirêkek tê binav kirin, ji ber ku balafirên şer yên Avropayê yên li ser dewrîyê, li gorî rayedarên leşkerî yên rojavayî, wê karibin Kîyêvê ji êrîşên mûşekî û dron biparêzin.
Berîya niha rojnameya Financial Times ya brîtanî nivîsîbû ku piştî ku Amêrîka alîkarîya bo Kîyêvê rawestand, welatên Avropayê dikarin sîstêmên mûşekî yên SAMP-T bidin Ûkraînayê wek şûna sîstêmên berevanîya esmanî ya amêrîkî Patriot.







