H’emû nûçeSereke

“Adirbêcana Rojava” de li dijî Komara Ermenîstanê ya serdest îdîayên erdî hene:Mîrzoyan

Tevî hemû zehmetî û tehdîdên ewlehîyê, Ermenîstan bi berdewamî ji bo avakirina aşîtîya domdar li Kafkasya Başûr dixebite.Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li konsêya kar û barên cîhanê ya Hindistanê (ICWA) daxuyanî daye.

“Em di wê bawerîyê danin  ku aşîtî tu altêrnatîvek nîne û tenê peymanên ku bi rêya dîyalogê pêk tên dikarin aramîya mayînde û pêşveçûyîna herêmî bi xwe re bînin. Dibe ku ev dîtin ji peyama navdar ya Mahatma Gandî çêtir neyê pênase kirin:”Rêya aşîtîyê tune, aşîtî rê ye”.

Bi vê bawerîyê, Ermenîstan bi Adirbêcanê re mijûlî pêvajoya aşîtîyê ye û îro ji her demê bêhtir em nêzîkî îmzekirina peymana aşîtîyê ne, belgeyeke ku bi rêya wê peywendîyên navdewletî di navbera her du welatan de, li ser esasê rêzgirtina ji prînsîpên serwêrî, yekparçeyîya axê, binpêkirina sînoran, nebikaranîna hêz û gefa hêzê ye.

Hêjayî gotinê ye ku sala çûyî, danûstandinên dualî ji xwe di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de peymaneke sînordarkirinê hate îmzekirin û danezana Alma Atayê ya sala 1991 ê wek bingehek ji bo dêmarkasîyayê hate pejirandin. Daxuyanîya Alma Atayê careke din teqez kir ku piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê, sînorên îdarî yên Sovyêtê ya Ermenîstanê û ya Adirbêcana Sovyêtê bûne sînorên navneteweyî yên di navbera her du komarên serbixwe de, me ji niha ve zêdetirî 12 kîlometran sînor bi rengekî serketî destnîşan kirîye û ji bo domandina bi bandor ya pêvajoyê dixebitin, ku ev yek ji bo aramîya herêmê girîng e.

Di çarçoveya proseya asayîkirina peywendîyan de, me pêşnîyarên taybet û sûdmend ji Adirbêcanê re  raber kirin li ser rakirina blokên binesazîya veguhestina herêmî, ku di encamê de hem Adirbêcan û hem jî Ermenîstan dikarin kelûpelan bi rêya binesazîya rêyên hesinî yên hevdu veguhezînin.

Her wiha ji bo mîsogerkirina aramî û pêşbînîya herêmê, me pêşnîyarek  raber kir ku mêxanîzîmek ji bo kontrolkirina çekan û verastkirina hevdu bê avakirin.

Mixabin em nikarin bêjin ku nêzîkatîya me ya çêker bi tevahî ji alîyê Adirbêcanê ve tê bersivandin. Wek din, em berdewam dibihîzin daxuyanî û vegotinên gelemperî yên di asta bilind de ku tê wateya îdîayên axê yên li dijî Komara Ermenîstanê ya serdest, di nav de çîroka ku jê re tê gotin “Adirbêcana Rojava” ê.

Di heman demê de hê jî pirsgirêkên mirovî hene, ango serbestberdana kesên girtî. Dema ku em li vir diaxivin, li Adirbêcanê li dijî 23 ermenîyên ku bi awayekî  hatine binçavkirin, li dijî pîvanên mafên mirovan û pêvajoya hiqûqî, darizandinên pêşandan pêk tên. Ji bo lihevkirineke tam û aşîtîyeke mayînde, pêwîst e civakan ji lihevkirinê re amade bikin. “Pirsgirêkên mirovî yên ku nehatine çareserkirin, tenê dikare wê pêvajoyê asteng bike”,- ewî destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button