Grêlandîya bona hilbijartina xwe amade dike, lê temamîya dinîyayê jî wê dîna xwe bide wê yekê

Binelîyên Grêlandîyayê bona hilbijartinên cîh xwe amade dikin, menîya kîjana elametîya Donald Trampe, bi kîjanê hatîye gotinê, wekî ada Danîyayê dikare bibe beşeke Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî.
56 000 binelîyên wê adê hene, li kîderê 31 parlamêntvanên ji şeş partîya hene. Nava cêrga wanda hene meriv, yên ku dixwezin bighîjine Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, beşek jî dixweze ji Danîyayê serbestbe, lê bêyî tehsîra Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî.Wekîlên hemû hejên sîyasî difikirin,wekî guhdarîya civaka hemcîhanî wê alî wan bike, ku ew bighîjine armancên xwe.
Serokêwezîrê Grêlandîyayê, pêşda çawa bersiva Tramp dabû, gotibû wekî binelîyên adê ne danyaîne, ne jî amêrîkîne û ew dikarin yazîya xwe bi xwe qirarkin.Ewî usa jî gotîye,wekî diqewime rêfêrêndûma serbestîyê jî bê organîzekirinê.







