H’emû nûçeSereke

Pisporên ji Îtalyayê ji bo rêstorekirina hemama sedsala 3 a ya Garnîyê wê  bên Ermenîstanê

Wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û werzîşê  bi pisporên sereke yên rêstorasyonê yên ji Îtalyayê re hevkarîyê dike da ku hemamê perestgeha Garnîyê sererast bike.

Bi înîsîyatîva wezîretê projeya rêstorasyonê bi alîkarîya dewletê hatîye kirin. Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîya ku ji hêla wezîreta perwerdê, zanistê û têknolojîyê ya Ermenîstanê ve hatîye dayîn,  sala 2019 de dîyar dibe. Ji alîyê mîmarê rêstorasyonê yê îtalî Lûçîo Spêkay ve “Projeya nirxkirin û rêstorasyona hemama Garnî” hat amadekirin û  raberîî wezîretê hat kirin, ku tê de xurtkirin û rêstorekirina mozaîka, her wiha guherandina banî bi çareserîyên mîmarî yên nûjen tê pêşbînîkirin.

Ji ber girîngîya perestgeh û hemama Garnîyê û mêtodolojîya ku ji hêla nivîskarê projeyê ve hatîye pêşnîyar kirin, wezîreta perwerdê, zanistê, çandê û werzîşê ya Komara Ermenistanê bi alîyên îtalî re dest bi danûstandinan kirîye û biryar e  sala 2024 a de biqede. Ji bo xebatên rêstorasyona mozaîka ji alîyê înstîtûta “L’Opificio delle Pietre Dure” ve, bi piştgirîya balyozxaneya Îtalyayê ya li Ermenîstanê, li hevkirinek hatîye kirin. Ya paşin avahîya pispor ya wezîreta çandê ya Îtalî ye di warê lêkolîn û sererastkirina hunera bîrdarîyê de.

Di çarçoveya projeyê de pisporên înstîtûta navborî  xebatên pîvandinê li cîhê bûyerê hatin kirin û ji bo berdewamkirina xebatê û girtina nimûneyên testê di navbera nîsan-gulana sala 2025 a de serdana pisporan bo Ermenîstanê tê plan kirin.

Xebatên rêstorasyona mozaîka û guherandina banê wê di sala 2025 a de dest pê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button