SerekeSîyasî

21 sal di ser serhildana 12 ê adarê re derbas dibin

21 sal di ser serhildana 12 ê adara sala 2004 a ya Rojavayê Kurdistanê li dijî rejîma hilweşiyayî ya BAAS ê re derbas dibe, ku di encamê de zêdetirî 40 kes şehîd bûn, bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran jî hatin girtin.

Di 12 ê adara sala 2004 a de, li yarîgeha Cîhad ya li bajarê Qamişloyê, di dema lîstika futbolê ya di navbera herdu tîmên Cîhad û Fitiwê de, alîgirên tîma Fitiwê yên ku hemû alîgirên wê erebên Dêrezorê bûn sivikayetî bi ala û kesayetên Kurdistanê kirin û êrîşî kurdan kir û lîstikgeh bû meydana şer.

Hêzên ewlehiyê yên rêjîma BAAS ê jî bi guleyan êrîşî cemawerê kurd kirin, ku hejmarek ji kurdan di lîstikgehê de şehîd bûn û hejmarek mezin jî birîndar bûn.

Xelkê Qamişlo piştra derketin kolanan û meş û nerazîbûn nîşan dan. Rêjîma Sûriyayê û eşîrên ereb jî êrîşî kurdan kirin. Kurdan ji Qamişlo û heta tevahiya gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê, heta Efrînê û kurdên bajarên Heleb û Şamê jî xwepêşandan kir û serî hildan.

Di serhildana 12 ê adarê de, di encama êrîşên hêzên ewlehiyê yên Sûriyayê, zêdetirî 42 welatiyên kurd yên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn, bi sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha hêzên rêjîma Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes ji welatiyên sivîl yên kurd girtin.

Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve zêdetir ji 10 rojan berdewam bû û tevahiya gelê Kurd beşdarî serhildanê bûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button