H’emû nûçeSereke
Fêstîvala 8 emîn ya fîlman ya Frankofonîyê wê 15 ê adarê li Yêrêvanê dest pêbe

Festîvala 8 emîn ya fîlman ya Frankofonê wê di navbera 15-23 ê adarê li Yêrêvanê bê lidarxistin.
Organîzatorên çalakîyê înstîtûta fransî ya li Ermenîstanê û balyozxaneyên Fransîyayê, Kanadayê, Swîsre û Bêlçîkayê yên li Yêrêvanê li ser Facebookê ragîhandin: “Em mêvanan vedixwînin ku cîhana dewlemend û cihêreng ya sînemaya bi zimanê fransî kifş bikin: komêdî, drama, belgefîlm û fîlmên anîmasyon”.
Têketin bêpere ye û fîlm wê bi zimanê orîjînal û bi jêrnivîsa ermenî li sînemaya Moskvayê bên nîşandan.







