SerekeSîyasî

Pêwandîyên Ermenîstanê û Nîdêrlanda dikevine nava êtapeke nû: dokûmênta hevkarîya stratêcî hatîye îmzekirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Nîdêrandayî karên der Kaspar Vêldkamp dokûmênta derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Nîdêrlanda îmze kirine.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wextê press-konfêransê derbarê wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

Mîrzoyan gotîye,wekî îmzekirina vê dokûmêntê pêwandîyên herdu welata dighîne derece nû û bi saya wê yekê hevkarîya piralî wê bê piştgirtinê.

“Li ser rîya pêşkevtina pêwandîyên me eva tenê seredana bi sirê nîne.Em îro derbazî êtapa hevkarîyêye nû dibin, ya ku hinekî pêşda me îmze kir. Ev yek tiştekî nûye, him tiştê sîmvolîke û him jî tiştê borcdarkirinêye û ez me hemûya bona vê yekê pîroz dikim”,- Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button