H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê karibe mesî û berhemên  kalîte bişîne Yekîtîya Avropayê

Ji 16 ê adarê, Ermenîstan wê xwedî maf be ku dest bi hinartina masî û hilberên masî yên bi kalîte ji bo welatên Yekîtiya Avropayê bike. Alîkarê serokê mufetîşiya ewlehiya xwarinê ya Ermenîstanê Tîgran Pêtrosyan 13 ê adarê di civîna bi rojnamevanan re axivîye.

Ewî gotîye ku danûstandinan nêzîkî 8 salan berdewam kir, di encamê de Ermenîstan bû welatê yekem li herêmê ku mafê hinardekirina hemî cûreyên masî û berhemên masî ji bo Yekîtiya Avropayê werdigire. Rayedar destnîşan kir ku divê pargîdanî di pergala TRACES ê de, serîlêdanek ji bo baştirkirina kontrol û şopandina hilberên bi esilê xwe heywanan de cîh bigirin.

Li gorî wî, destûra hinardekirinê ya dawî dê piştî ceribandinên laboratorî û dayîna lîsansan ji aliyê saziya çavdêriya ewlehiya xwarinê ve bê dayîn. Pêtrosyan destnîşan kir ku saziyên aborî bi îxracata Yekîtîya Avropayê re eleqedar in.

Serokê daîreya heywandariyê ya wezîreta aboriyê ya Komara Ermenîstanê Tîgran Alêksanyan, ji aliyê xwe ve, piştrast kir ku di van salên dawî de sêktora çandinîya masiyan li komarê bi awayekî çalak pêş dikeve, û saziyên karsaziyê têknolojîyên guncan ji bo karanîna maqûl ya çavkaniyên avê û hilberîna  bi kalîte destnîşan dikin.

Li gorî wî, dewlet ji bo saziyên aborî yên ku têknolojiyên herî dawî didin nasîn û amûrên hilberandina madeya xav bidest dixin, bernameyeke piştgirîyê pêk tîne.Ewî bawerî anî ziman ku, li gorî şert û mercên biyoklîmîkî jî, masî û berhemên masî yên ku li Ermenîstanê têne hilberandin, bi kalîte ne û li derve jî daxwazek mezin in.

“Hejmara hilberînê sal bi sal zêde dibe”, Alêksanyan diyar kir ku di sala 2024 a de nêzîkî 27 hezar ton masî û berhemên masî hatin hilberandin û ev yek li gor par bi 4-5  selefî zêde ye. Rayedar hêvî kir ku biryara îxracata Yekîtîya Avropayê bibe teşwîqek ji bo zêdekirina leza hilberînê.

Ewî anî ziman ku sêktora çandiniya masiyan ya Ermenîstanê bi xwe têra xwe ye û di vê nîşaneyê de di nav pênc welatên piştî Sovyetê de ye.

Rêvebirê rêxistina “Yekîtiya masîçêkerên Ermenîstanê” Gor Grigoryan jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku ji 27 hezar tonên ku li komarê tên hilberandin 15 hezar ton masî û berhemên masiyan hatine hinardekirin. Ewî destnîşan kir ku hinardekirina masî û berhemên masiyan ji Ermenistanê ne diyardeyeke nû ye. Pispor wiha dawî li axaftina xwe anî: “Welatê me kelûpelan hinarde dike Rûsya, Yekîtîya Mîrtîêyn Ereba û Dewletên Yekbûyî yên Emêrîkayê, ku hewcedariyên wan ji Yekîtîya Avropayê ne kêmtir in”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button