H’emû nûçeSereke

Sala 2024 a Adirbêcanê bi 12 selefîva xercên xweye leşkerî zêde kirine

Nava xercên Adirbêcanêye sala 2024 a da pirsên dora parastina welêt, parastina sînorên dewletê, modêrnîzasîyakirina baza artêşêye têknîkê û çareserkirina pirsên leşkeraye sosîyalî hebûne.Derheqa wê yekêda wextê raberkirina rapora xwe, serokwezîrê Adirbêcanê Elî Esedov li parlamêntê gotîye.

“Bi wê armancê ji byûcêya dewletê sala 2024 a 6 mîlyard 562 mîlyon manat hatîye başqekirinê.Vê carê ew xerc bi 707 mîlyon manatîva, yan jî bi 12 selefîva ji xercê sala 2023 a zêdetire”,- Esedov gotîye.

Em serda zêdekin,wekî hukumata Adirbêcanê sala 2025 a xercên byûcêya parastina dewletê gîhandîye 8 mîlyard 555 mîlyon manatî, 5 mîlyard dolarî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button