
Di van demên dawîn de maşîneya propagandayê ya Adirbêcanê her roj “nûçeyên” derew belav dike û dibêje ku Ermenîstan xwe ji şerekî nû re amade dike û di meha nîsanê de wê êrîşî Adirbêcanê bike. Nava rojekê de wezîreta parastinê ya Adirbêcanê 3 daxuyaniyên derew belav kirin û îdia kiribû ku hêzên çekdar yên Ermenîstanê ber bi Adirbêcanê ve gulebaran kirine.
Rejîma Elîyêv çima ewqasî eleqedar e ku aloziyên nû li ser sînor derxîne?
Sedem jî ew e ku lihevkirina Ermenîstanê ya xalên peymana aşîtîyê ku wek tawîz tên pêşkêşkirin, bi tu awayî di planên Îlham Elîyêv de cih negirt. Û niha, dema ku tu astengî li pêşiya îmzekirina peymana aştiyê tune ne, şîyana Elîyêv ya manevrayan û dûrketina ji îmzekirinê gelekî kêm bûye.
Ne tesaduf e ku Paşînyan bi Pûtîn, Pêzêşkyan û Makron re li ser danîna peymana aşîtîyê bi têlefonê axivîye, di heman demê de Elîyêv ne eleqedar e ku bi kesî re li ser vê mijarê biaxive, ji ber ku îmzekirina peymana Aşîtîyê li dijî berjewendiyên teng yên şexsî ye.
Zêdetirî 40 welatan pêşwaziya rêkeftinê kirine û daxwaza îmzakirina wê kirine û daxuyaniya duh ya şêwirmendê Asayişa netewî ya Amêrîkayê encamdana wan hemûyan bû. Bi rastî jî Dewletên Yekbûyî ji Elîyêv daxwaz dike ku tavilê peymanê îmze bike. Di heman demê de mirov dikare bibêje ku ji bo Tirkiyayê jî îmzekirina peymanê xwestek e.
Û Elîyêv ji bo astengkirina îmzekirinê dikare çi bike?
Bi tenê vebijarkek ji wî re maye, ew jî êrîşa nû ya li dijî Ermenîstanê û derxistina aloziyên nû yên herêmî ye, ku wê bihêle ku ew îmzekirinê xera bike û hem jî hincetekê çêbike ku dev ji bendên peymana ku berê li ser lihevkirî ye, çêbike.
Helbet Elîyêv baş dizane ku di çavê Dewletên Yekbûyî û Avropayê de kêmasiya rewabûnê û kiryarên ku li dijî hêviyên navneteweyî ne, tê çi wateyê. Lê tevî vê yekê jî divê di demeke nêz de ji rejîma Elîyêv provakasyon û êrîşên nû bên hêvîkirin.







