Koma banka cîhanî wê di nav pênc salên pêş de 1,7 mîlyard dolar deyn bide Ermenîstanê: rêveberê ofîsa Ermenîstanê ya banka cîhanê

Banka cîhanî wê di salên 2025-2029 de ji bo pêşxistina aborîya welêt û baştirkirina kalîteya rêveberîyê piştgirîyê bide Ermenîstanê, ku di destpêka salê de ji hêla lijneya rêvebirên koma banka cîhanê ve hatîye pejirandin. Ev yek di bernameya nû ya hevkarîyê ya pênc salî ya bi welatê me re, ku di destpêka salê de ji hêla lijneya rêvebirên koma banka cîhanê ve hate pejirandin, bi Karolîna Gêgînantê, rêvebira ofîsa banka cîhanî ya Ermenîstanê re, li ser vê belgeyê, bi sernavê “Çarçoveya hevkarîya welat” û fûnksîyonên ku jê derdikevin re axivîye.
Gêgînatê destnîşan kirîye ku bankaya cîhanê di heyama ku hatîye dîyarkirin wê alîkarîya deyn, pispor û têknîkî bide Ermenîstanê ku wê ji bo kêmkirina xizanîyê û mîsogerkirina geşepêdana aborî be.
“Stratêjîya me wê di serî de ji bo efirandina karên pirtir û bi kalîtetir, baştirkirina encamên sermayeya mirovî, û zêdekirina berxwedêrîya aborîya Ermenistanê li hember şokan be”.
Karolîna Gêgînatê gotîye: “Veberhênan wê ji hêla her sê rêxistinên koma banka cîhanê- banka navdewletî ya nûavakirin û pêşketinê, pargîdanîya malî ya navneteweyî, û ajansa garantîya veberhênanê ya piralî-bi hukumeta Ermenîstanê û pargîdanîyên taybet ve bê cî bi cîkirin.Tevahîya zerfa deynkirinê ya armanckirî di nav pênc salên pêş de wê bibe 1,7 mîlyard dolar”.







