SerekeSîyasî

Donald Tramp ji bo Newrozê peyamek belav kirîye: Newroz Pîroz be

Serokê Amêrîkayê ji bo Newrozê peyamek belav kirîye û gotîye: “Li ser navê Amêrîkayê, ez silavên xwe yên herî germ ji bo cejineke dilşad pêşkêş dikim. Newroz Pîroz!”

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp ji bo kesên ku li Amêrîkayê û cîhanê Newroz pîroz dikin peyamekê pîrozbahiyê belav kirîye.

Tramp bal kişand ser wê yekê ku Newroz kevneşopiyeke kevinar ya sembola nûbûn û hêviyê ye û wiha gotîye:

“Ez silavên xwe yên germ ji hemû kesên ku Newrozê li Amêrîkayê û li çaraliyê cîhanê pîroz dikin re pêşkêş dikim.

Ev kevneşopiya ku hatiye pîrozkirin, derfetê dide ku em li ser pîroziyên sala borî bifikirin û bi hêviyek nû pêşwaziya bihara nêzîk bikin.

Li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê ez silavên xwe yên herî germ ji bo cejneke dilşad pêşkêş dikim”.

Tramp di dawiya peyama xwe de bi kurdî nivîsîye: “Newroz Piroz (Nowruz Pirouz)”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button