H’emû nûçeSereke
Peyama pîrozbahîya cejina Newrozê ya serokwezîr Nîkol Paşînyan ji bo civaka kurdên Ermenîstanê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi helkefta hatina sersala Newrozê peyamek pîrozbahîyê ji civaka kurdên Ermenîstanê re şandîye.
“Nûnerên hêja yên civata kurdên Ermenîstanê,
Bi helkefta sersala we ya Newrozê bi germî pîrozbahiyê li we dikim.
Ji hemû nûnerên civaka kurdên ku li welatê me dijîn, ku beşeke girîng ya civaka me ne, ku rengên bêhempa di jiyana me ya civakî û çandî de tînin, serkeftinên nû û destkeftiyên civaka kurdên Ermenîstanê di warê parastin û pêşvebirina zimanê zikmakî û kevneşopiyên neteweyî de dixwazin.
Serokwezîr di nivîsa xwe de wiha gotîye: “Bi minasebeta hatina Newrozê careke din we pîroz dikim, ezmanên aram, tenduristî û serkeftinê ji we re dixwazim”.







