“Dayîka Xwedê:pêşangeha navneteweyî ya “Ji Anahîtê heta Meryem” wê heta 10 ê nîsanê vekirî be

“Dayika Xwedê: pêşangeha navneteweyî ya “Ji Anahîtê heta Meryem” hat dirêjkirin. Wê heta 10 ê nîsanê li muzêya dîroka Ermenîstanê vekirî be. Wek ku berê hatibû gotin, serî û destê peykerê bronz yê navdar yê xwedawend Anahît ku li muzêya Brîtanyayê ya bi prestîj tê parastin, cara ewil li Ermenîstanê tê pêşandan. Di pêşangehê de zêdetirî 60 pêşangehên muzêya dîroka Ermenîstanê jî hene, ku ji hezar salan heya roja îro ramana dayiktiyê raber dikin.
Berfirehkirina pêşangehê di dema çalakiyek ku encamên pêşangehê pêşkêş dike hate ragîhandin, ku di vê çalakiyê de qapaxek taybetî ku bi hevkariya marka ermenî ya naskirî ya navneteweyî AZAT MARD hatîye çêkirin, ku bi wêneyê peykerê bronz yê xwedawend Anahît hatîye çêkirin, hate pêşandan, her weha dîmenên taybetî yên pêşangehê li muzêya dîroka Ermenîstanê hate pêşandan.
“Îro derfeteke baş e ji bo ji nû ve nirxandina “Xwedawenda Dayikê” pêşangeha navneteweyî ya “Ji Anahîtê heta Meryem” ku yek ji girîngtirîn bûyerên çandî yên salên 2024 a û 2025 a li welatê me bû. Bi kêfxweşî tekez dikim ku di vê pêşangehê de 45 hezar mêvanên me hebûn, ku ji bo mûzexaneyan hejmareke nedîtî ye. Ev pêşangeh ji bilî balkêşiya jiyana me ya çandî, xwedî wateyeke din jî ye. Ew yek ji hevkariyên gelemperî-taybet yên herî geş e, ji ber ku ew bi hevkariya weqfa pêşveçûna kêron re hate bicîh kirin. Alîkarê wezîrê perwerde, zanistê, çand û werzişê yê Komara Ermenîstanê Alfred Koçaryan di axaftina xwe de wiha gotîye: “Ya din jî xwezaya navneteweyî ya vê pêşangehê ye”.
Balyozê awarte û temsîlkar yê Brîtanyayê li Komara Ermenîstanê Con Galahêr di axaftina xwe de pîrozbahî li hemû kesên ku di lidarxistina vê pêşangehê de cih girtine kir û tekez kir ku wan biryar daye ku vê pêşangehê dirêj bikin da ku bi qasî ku tê xwestin werin û pêşangehê temaşe bikin. Li gorî balyoz, ev pêşangeh gaveke girîng e ji bo pêşxistina hevkariya Ermenîstanê û Brîtanyaya Mezin.
Rêvebera weqfa pêşketinê ya «Kêron» ê Vananê Araksyan jî destnîşan kirîye: “Dayika Xwedê: pêşangeha navdewletî ya bi navê “Anahît bo Meryem” yek ji wan pirojeyên yekem bû ku ji aliyê weqfê ve hat cîbicîkirin, û bi gotina wî, giringiya wê ya dîrokî û giring hebû û du qat girîng bû ku weqf di pêkanîna vê pêşangehê de beşdar bibe.







