Îmzekirina peymanê û aşitiyê tiştên cuda ne: Alêksandr Îskandaryan

Pirsgirêkên Ermenîstanê, berî her tiştî di warê ewlehiyê de hene, ev pirsgirêk bi Adirbêcanê ve girêdayî ne, û her hukumeteke ermenî divê hewl bide wan çareser bike. Ew rêyek e, ne kiryar e, bi îmzekirina kaxezekê, bi civîneke rêberan nayê kirin. Rêveberê înstîtyta Kafkasîyayê Alêksandr Îskandaryan di çarçoveya konferansa navneteweyî ya bi sernavê “Ewlehiya herêmî ya Kafkasîya Başûr di çarçoveya krîza nîzama cîhanî ya cîhanî de” li gel rojnamevanan axivîye û gotîye: “Ewlehiya herêmê ya Kafkaîsya Başûr di çarçoveya krîza nîzama de”.
“Divê em baş fêm bikin ka li herêmê çi diqewime û ne tenê li herêmê, ji ber vê yekê em çalakiyên wiha li dar dixin, ji bo ku bibihîzin ka pisporên tirk, pisporên gurc, pisporên avropî çawa li herêmê dinihêrin”.
Îskandaryan amaje bi wê yekê jî kir ku her çend aliyan li ser 7 xalên rêkeftina aşîtîyê li hev kirine, lê Adirbêcan ji bo îmzekirina wê lezê nake û gotîye: “Rêkeftina şertên peymana aşîtîyê û îmzekirina wê du tiştên cuda ne. Tê bîra min belkî 4 caran Ermenîstan û Adirbêcanê li ser belgeyan “lihev kirin”, lê yek ji wan nehat îmzekirin. Pirsgirêk ew e ku Adirbêcan naxwaze, wekî pêvajoyek bikar tîne, û Adirbêcan vê derfetê nabîne, bi kêmanî niha”.
Li vir rewşeke duyemîn jî heye, îmzekirina peyman û aştî du tiştên cuda ne. Bi tenê bi îmzekirinê hûn nikarin li herêmê têkiliyên bi rastî normal bi dest bixin. Ew pêvajoyeke dirêj e “,-pispor tekez kirîye.







