
“Xetên sor”, yên Îranê hetanî niha nehatine guhartinê û Îranê elam kirîye,wekî ewê îzinê nede ku sînorên di navbera Îranê û Ermenîstanê bêne girtinê. Derbarê wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî Alpha News ê, dîrokzanê îranî Mecît Kerîmî gotîye.
“Li gorî înformasîyonên min, em li ser wê birîyarêne,ku vî sînorî xweykin, yê di navbera Ermenîstanê û Îranêda. Eva sînorê dîrokîye û em dixwezin ku ew her dem hebe. Em li ser wê tabîyêne ku em berjewandîyên xwe biparêzin.Ez dixwezim bêjim ku bona çi ev yek bona me girînge û em bona çi dijî korîdorêne, gav bi gav wê axê bidin.Berê ewlin em gerekê guhdarîyê bidine ser wê stratêjîya osmanîyaye li vê herêmê, ya ku 300 sal pêşda bû.Dema ku em dîrokê dinihêrin em dibînin wekî osmanîya dixwest ji Anatolîya Navîn gav bi gav axê hildin, ya ku li ser rîya berbi behra Kaspîyê û Asîya Navîne, ji kîderê ew hezar sal pêşda hatine vê herêmê”,- ewî gotîye.
Bi gotina Kerîmî, ew cîhên ku niha tirk lê dijîn, bi dîrokî ne yên wanin: “300 sal pêşda, ermenî li ber osmanîya çawa dîwar sekinîbû.Dijwarîya mayîn jî Îran bû û niha jî Îrane. Bo vê yekê osmanîya êrîş anîye ser axa ermenî, komkujî mîyaser kirine bona ku bighîjine behra Kaspîyê, carina ji alîyê Gumirîyêda, lê carna jî ji alîyê Syûnîkêda. Eve plana wan û ew dixwezin korîdora pantûrkîzmê sazkin.Ew axa Ermenîstanê û Îîranê dixwezin”,-ewî gotîye.







