Tu bingeh û hîm bo êskalasîyayê tune: serokwezîrê Komara Ermenîstanê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di hevpeyvîna li gel têlêvîzyona giştî ragîhandîye ku metina peymana aşîtîyê ya di navbera Komara Ermenîstan û Komara Adirbêcanê de bi awayekî ku ji aliyê her du aliyan ve bê qebûlkirin hatiye lihevkirin û divê pêngava din ya mentiqî îmzekirina wê be.
Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku dibe ku mebest ji belavkirina gotegotên cure-cure “veşartina nûçeyan” be û li gor Paşînyan nûçeya rast ew e ku metina rêkeftinê amade ye û li benda îmzekirinê ye.
“Min berê jî gotibû ku ez amade me îmzeya xwe deynim bin wê nivîsê”,-Paşînyan gotîye.
Ewî herwiha tekez kirîye, ku di vê demê de tu bingeh û hincetek ji bo zêdekirina aloziyan nîne, ji ber ku her du dewletan bi hev re yekparçeyiya axa hev, serwêrî û serxwebûna sîyasî di nav sînorên Yekîtiya Sovyêtê de nas kirine.
Bi gotina serokwezîr, ev rêkeftin ne tenê di metina peymana aşîtîyê de, herwiha di rêziknameyên komîsyonên sînordarkirinê de jî, wek prînsîpên bingehîn yên xêzkirina her du welatan hatine tomarkirin.
“Dibe ku hin hêz bixwazin mezin bibin, lê niha tu bingeheke qanûnî û rasteqînî ji bo wê nîne”. Serokwezîr tekezî li ser wê yekê kir ku heger aloziyên li herêma me tu hincetek tune be, ji vê gavê gava din divê îmzekirina rêkeftina aşîtiyê û cîbicîkirina wê be.







