SerekeSîyasî

Serokê CHP ê daxwaza lêborînê ji kurdan dike

Serokê CHP ê li beranberî bêrêziyên serokê şaredariya Enqereyê bi alaya Kurdistanê daxwaza lêborînê ji kurdan dike.

Li beranberî bêrêziyên serokê şaredariya Enqereyê Mansur Yavaş bi alaya Kurdistanê û Newrozê, serokê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel daxwaza lêborînê ji kurdan kirîye û ragehandîye: “Ez careke din Newrozê li birayên kurd pîroz dikim, ji bo çi kesekî nîne ku biryarê li ser pirsên neteweyî bide, herwesa ez daxwaza lêborînê dikim heger dilê her kesekî şkestibe”.

Serokê CHP ê herwesa silav ji bo Salhedîn Demîrtaş li zindanê bi rê kirin.

Serokê şaredariya mezin ya Enqereyê Mansur Yavaş berî du rojan rexne li polîsên Tirkîyayê girtibû û ragîhandibû: “Hêzên ewlehiyê bi helkefta Newrozê şirînîyan didin zarokan lê li Stembolê êrîş dikin ser xwenîşandanan”,- Mansur Yavaş herwesa bêrêzî jî bi alaya Kurdistanê kiribû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button