SerekeSîyasî

Herêma Kurdistanê û Îran 55 girtiyan bi hev diguhêrin

Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, her aliyek 55 girtiyan bi hev diguhêrin.

Rêveberê giştî yê çaksaziya Herêma Kurdistanê Îhsan Baban 26 ê adarê ji K24 ê re ragihand, bi fermana serokwezîr Mesrûr Barzanî,  55 girtiyên îranî yên li Herêma Kurdistana Iraqê ne, bo Îranê tên şandin.

Baban diyar kirîye, 31 girtî ji girtîgeha Silêmaniyê û 24 girtî ji girtîgeha Hewlêrê, wê radestî Komara Îslamî ya Îranê bên kirin.

Da zanîn jî, li hember de jî 55 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku li Îranê ceza li wan hatine birîn, wê radestî Herêma Kurdistanê bên kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button