SerekeSîyasî

Kurdên Sûrîyayê  rewabûna hukumeta nû ya wî welatî red dikin

Rêvebiriya bi pêşengiya kurd li bakurê rojavayê Sûrîyayê roja yekşemê rewabûna hukumeta niştimanî ya nû ya ku ji aliyê hevpeymaniya ku serok Beşar Esed di kanûna pêşin de ji kar derxist, red kir, AFP ragîhandîye.

Di daxuyaniya ku piştî ragihandina avakirina hukumetê hat belavkirin hatîye gotin: “Her hukumeteke ku cihêrengî û pirrengiya ramanan li welat nîşan nede, nikare rêveberiya rast ya Sûrîyayê mîsoger bike”. Di daxuyaniyê de hatîye gotin: “Di encamê de em xwe neçar nabînin ku biryarên vê hukumetê bi cih bînin”.

Serokê Sûryayê Ehmed El-Şeraa roja şemîyê avakirina hukumeteke veguhêz ragihand ku li şûna desthilatên demkî yên ku ji dema rûxandina Esed ve kar dikin.

Di nav endamên wê de tenê kurdek heye, ku ne ji herêmên di bin destê rêvebiriya kurdî de ye. Meha borî, rêveberiya kurd ji bo întêgrasîyonê di nav pêkhateyên dewletê de peymanek çêkir.

Hevbendî, bi pêşengiya rêxistina el-Şeraa ya alîgirê Tirkîyayê Heyat Tehrîr el-Şam,  8 ê kanûna pêşin  de desthilatê li Sûrîyayê bi dest xistibû. Di çile de, el-Şeraa wek serokê demkî hat tayînkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button