H’emû nûçeSereke

Nakokîya sîyaseta Tramp li himber Îranê çi rave dike? nêrîna zanyarê sîyasî

Sîyaseta Tramp ya li himberî Îranê, têgihiştina nerazîbûnê çêdike, ji ber ku di nav Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê de di navbera her du baskên sazûmanê de şerekî dijwar dest pê kirîye. Ev ji alîyê Arman Grîgoryan, profesorê zanîngeha Lîhay amêrîkî, di hevpeyvînekê de bi News.am ê re gotîye.

Ewî bal kişande ser vê yekê ku yek bask pir êrîşkar e û doza kiryara leşkerî li dijî Îranê dike, û rêkeftina navokî ya Têhranê metirsîyek mezin hem li ser berjewendîyên Amêrîkayê û hem jî li ser ewlehîya navçê bi nav kirîye. Pispor destnîşan kirîye: “Ev hêz di wê bawerîyê de ne ku divê destûr neyê dayîn ku Îran bibe xwedî çekên  atomî”.

Ewî da zanîn ku baskekî din li Amêrîkayê heye ku di wê bawerîyê de ye ku Waşîngton amade ne ji bo opêrasyonên serbazî yên wisa giran ku nikaribin encameke erênî ji bo Amêrîkayê hebe, li gorî ezmûna Afxanistanê û Îraqê. Di heman demê de Grîgoryan bi bîr xist ku Îran ji Afxanistan û Îraqê welatekî cidîtir e.

Bi gotina wî, nêrînek heye ku Amêrîka bijardeyên baş ji bo pêkanîna opêrasîyonên serbazî li dijî Îranê tîne, û eger her tişt  tenê bi êrîşên esmanî ve were sînordar kirin, ew ê bi zorê bikeve armanca xwe, ji ber ku Têhran wê pir zû vegerîne tiştê ku dikare bi êrîşên esmanî were têkbirin.

“Derbarê dagîrkerî û guhertina rêjîma Îranê de, pêwîstî bi qurbanîdan û lêçûnên mezin heye”. Zanyarê sîyasî gotîye:”Herwiha nayê zanîn ji bilî Îsrayêlê kîjan hêzên din dikarin piştgirîya biryareke bi vî rengî ya Amêrîkayê bikin”.

Ew di wê bawerîyê de ye ku daxuyanîyên cûre-cûre yên Tramp yên derbarê Îranê de, dibe ku tenê nîşaneya vê têkoşîna nav-amêrîkî be.

Di nirxandina wî de, her ku şîyanên Îranê yên ji bo bidestxistina çekên  atomîî pêş bikevin, zexta lêdana Îranê wê zêdetir bibe. Grîgoryan hêvî kir ku dijberên vê fikrê bi ser bikevin, lê ne mimkûn e ku tiştek garantî bike.

Ewî bal kişand ser wê yekê ku Îsrayêl mezintirîn pirsgirêka xwe ya Îranê dibîne û Têl Avîv îhtîmala bidestxistina çekên navokî yên Têhranê wek metirsîyeke hebûnê dibîne, lewra dewleta cihû hewl dide bi her awayî rê li ber wê bigire.

Zanyarê sîyasî bandora Îsrayêlê ya li ser Amêrîkayê jî bi bîr xist. Pispor her wiha gotîye:”Eger Tramp di gelek mijaran de serxwebûnê nîşan bide û li hember kiryarên dewleta ku jê re tê gotin Dewleta Kûr raweste, di vê rewşê de ji bo serokê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê dijwartir dibe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button