Serok Barzanî: hêvîdar im ev cejin ji bo mirovatîyê aşîtî û aramîyê bîne

Serok Mesûd Barzanî ji bo cejina Remezanê peyamek belav kirîye û gotîye: “Ji xwedayê mezin hêvîdar im ku ev cejinê aşîtî, xêr û aramîyê ji bo hemû mirovatîyê bîne”.
Serok Mesûd Barzanî bi bi helkefta hatina cejina Remezanê peyameke pîrozbahîyê belav kirîye.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha gotîye:
Bi helkefta hatina cejina Remezana pîroz, pîrozbahîyên herî germ pêşkêşî misilmanên cîhanê, Îraqê û Kurdistanê dikim.
Pîrozbahîya cejina Remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû welatîyên Kurdistanê dikim.
Li vê helkefta pîroz da hêvîya xweşî û aramîyê ji bo xelkê xweşdivîyê Kurdistanê re dixwazim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im rojî û îbadeta hemû misilmanan qebûl bike û ev cejtnê aşîtî û xêr û aramîyê ji bo hemû mirovayetîyê bîne”.







