SerekeSîyasî

Alêksandr Iskandaryan: ez bawer nakim şerekî rast li dijî Îranê derkeve

Tevî sîyasetên Tramp û gefên bêdawî yên li dijî Îranê, ez bawer nakim ku şerekî rast derkeve. Zanyarê sîyasî Alêksandr Îskendaryan roja 3 ê nîsanê di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan gotîye. Di heman demê de, di nirxandina xwe de, pêwîst e Îran hewl bide ku helwestên xwe biparêze, ne ku wan zêde bike.

“Serdema niha gelekî zehmet e. Ne tenê ji bo Kafkasya Başûr, ji bo Îranê jî wêneyekî min heye.Konfigurasyona herêmê diguhere, Tirkîya ne tenê li Kafkasya Başûr, li Rojhilata Navîn jî xurtir dibe. Di van şert û mercan de pir girîng e ku Îran pozîsyonên xwe yên li der-dora xwe unda neke. Dibe ku ev polîtîkaya Tehranê dimeşîne rave dike.Pêşveçûna bûyeran bi gelek faktoran ve girêdayî ye, ji şerê Ukraînayê bigire heya helwesta Dewletên Yekbûyî”,- Îskandaryan gotîye.

Li gor wî Îran hewl dide hevdem asta peywendiyên xwe bi Ermenîstan û Adibêcanê re biparêze.

Pispor her wiha gotîye: “Ji bo Îranê, ev welatên pir cuda ne, bi têkiliyên pir cuda ne, lê her du welat ji bo Tehranê girîng in. Heger ez ne şaş bim, tevî hemû tercîhên îdeolojîk yên elîta me ya siyasî, dîsa jî fikira wan heye ku divê têkiliyên minasib bi Îranê re bên domandin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button