SerekeSîyasî

Derbaz Kosrat: civînên PDK û YNK ê bo pêkanîna kabîneya nû erênî ne 

Endamekî nivîsîngeha sîyasî ya YNK ê amajeyê dide: “Ji ber Newrozê û cejina Remezanê, civînên PDK û YNK ê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hukumeta Herêma Kurdistanê rawestiyane”. Tekez jî dike: “Civîn piştî bidawîhatina bêhnvedanê dîsa tên destpêkirin”.

Endamê nivîsîngeha sîyasî ya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosrat Resûl  roja pêncşemê, di konferanseke rojnamevanî de ragehandîye: “Dawî civîna navbera Partiya Dêmokrat ya Kurdistanê û Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê girêdayî amadekirina reşnivîsa nerîna hevpar û temamkirî bû”.

Derbaz Kosrat Resûl di pareke din ya gotinên xwe de amaje da ku, di civînên bê de danûstandinan li ser parvekirina postan dikin.

Navbirî tekez jî kirîye: “Civîn heta niha erênî ne”. Herwesa gotîye: “Tevî ku piroseya pêkanîna kabîneya dehê dirêj bû, lê pêdivî hatiye dîtin ku ew pirose gelek bi hûrî be ji bo ku  rûbirûyî arêşeyên siyasî û kargêrî nebin”.

Endamê nivîsîngeha sîyasî ya PDK ê û endamê şanda danûstandinan ya PDK ê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hukumetê bi aliyên Kurdistanê re Piştîwan Sadiq jî li roja 30 ê adara sala 2025 a di konfêranseke rojnamevanî de ragîhandîye: “Lihevkirinên sîyasî yên baş bi YNK ê û alîyên din re hatine kirin, raste-rast piştî cejinê danûstandin li ser parvekirina postan tên kirin”.

Piştîwan Sadiq herwesa gotîye: “Hêvî tê kirin ku bi awayekî erênî karên pêkanîna kabîneya nû ya hukumetê bên birêvebirin, PDK û YNK bi awayekî serekî û aliyên din yên siyasî jî tevlî pêkanîna hukumetê dibin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button