
Li gorî peyama di navbera Hêzên Sûrîya demokratîk (HSD) û ewlehiya hundirîn ya Helebê de, 250 girtî ji girtîgehên herdu aliyan hatin berdan.
Ajansa sûrî ya fermî “SANA” ê 3 ê nîsanê belav kirîye proseya paqijkirina zindanan ji girtîyan di navbera rêveberiya ewlekariya hundirîn ya Helebê û HSD ê de dest pê kir û hejmara girtîyên bi hev hatine guhartin, gihişte 250 kesan.
Li gorî ku hatiye belavkirin, piroseya azadkirina girtiyan ji herdu aliyan wê li ser sê qunaxan be.100 çekdarên sûrî ji alîyê HSD ê ve hatin berdan û 150 şervanên HSD jî ji aliyê hukumeta Sûrîyayê ve hatin azadkirin.
Her di çarçoveya peymanê de, Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) dest bi vekişandina hêzên xwe ji herdu taxên kurdan li Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) kirîye.
Ev yek piştî wê tê, HSD û birêveberiya nû ya Sûrîyayê roja 1 ê nîsanê li ser taxên kurdî yên Helebê peymanek îmze kirin û li gorî wê peymanê, gerentiya parastina dezgehên sîvîl yên her du taxan û azadkirina tevahiya girtiyan tê kirin.
Ev pêngav jî, piştî derbazbûna nêzîkî mehekê ji îmzakirina peymana 8 xalî ya di navbera fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî û serokê qonaxa veguhêz ya Sûrîyayê Ehmed Şera de tê.
Serokatiya Sûrîyayê roja 10 ê adara sala 2025 a belav kirîye, serokê qonaxa veguhêz ya Sûrîyayê Ehmed Şera û fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûrîyayê, tevlîbûna hêzên HSD ê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.







