H’emû nûçeSereke
Paşînyanê serokwezîr Magdalêna Grono qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wekîla Yekîtîya Avropayê, ya li Kafkasîya Başûr û pirsên krîzeya Gurcistanê, Magdalêna Grono qebûl kirîye.
Wextê hevdîtinê, fikirên dora halê li Kafkasîya Başûr, bi taybetî dora pêvajoya aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hatine pevguhartinê.Herdu alîya jî projeya qayîlnivîsara bona îmzekirina peymana aşîtîyê girîng hesab kirine.Vî alîda Paşînyanê serokwezîr derheqa aminaya Ermenîstanêye hindava rojeva aşîtîyêda daye dîyarkirinê.
Magdalêna Gronoyê îmzekirina qayîlnivîsarê girîng hesab kirîye û bi hêvîdarî daye dîyarkirinê,wekî ewê alî çareserkirina aşîtî û qewînbûna wededirêje li herêmê bike.
Xeberdan usa jî derheqa pêşkeftina pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda çûye.







