H’emû nûçeSereke

14 jinên kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûne

Nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê yê Polonyayê ragîhandîye ku 2 roj  in li Polonyayê pêşangeheke hunerî ya şêwekarîyê hatîye vekirin ku 14 jinên kurd tê de beşdar in.

Nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê yê Polonyayê Zîyad Raûf roja şemîyê ji tora medyayî ya Rûdawê re ragîhandîye:

“Min serpereştîya pêşangehê kirîye û min organîze kirîye.

Pêşangeh bin navê “Ez heme” ye ku 90 jinan ji hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê daxwaznameyên xwe pêşkêş kiribûn  14 ji wan hatin hilbijartin”.Nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê yê Polonyayê Zîyad Raûf gotîye:

“Pêşangeh taybet e ji bo jinan, ew 3 ê nîsanê ve hatîye vekirin û wê heta 5 ê gulanê berdewam bike.

Ji hunerên şêwekarîyê, tablo, hêlkarî, vîdêo art û înstalasyonan pêk tê”.

Zîyad Raûf li ser 14 jinên ku beşdar bûne anî ziman:

“Hemû kurd in lê beşek ji wan li derveyî welêt dijîn”.

Pêşangeh li Hola Lêpalasê ya hunerê ya Krakovê hatîye vekirin.

Li ser cîh Zîyad Raûf da zanîn:

“Holek dîrokî ye û temenê wê nêzîkî 200 salî ye.

Ev cîh ji bo pêşangeh û pêşkêşkirina hunerê tê bikaranîn”.

Nûnerê  hukumeta Herêma Kurdistanê yê Polonyayê Zîyad Raûf her wiha anîye ziman:

“Em bi xwe orgnîzatorê pêşangehê ne ku bi hevkarîya Waslav Kûçma û Dorota Kûçma, bi çavdêrîya hukumeta Herêma Kurdistanê û bi hevahengîya Navenda Kurdistanê ya huner û çandê û ZR galerîyê pêk hatîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button