Li Japonyayê wê ji 1 ê hezîranê navenda “Tumo” ê bê vekirin: Hakob Arşakyan û Sêkî Yoşîhîro gotûbêj kirine

Di çarçoveya 150 emîn meclisa yekîtîya parlamentaran ya ku li Taşkentê hatîye lidarxistin alîkarê serokê meclisa neteweyî ya Ermenîstanê Hakob Arşakyan li Taşkentê bi serokê heyeta Japonîyayê Sêkî Yoşîhîro re civîya.
Li gor ku “Armenpress” ji daxuyaniya çapemeniyê ya meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê, Hakob Arşakyan bal kişande ser wê yekê ku Japonya yek ji hevkarên girîng yên Ermenistanê ye û Ermenîstan jî ji bo geşkirina peywendiyên navparlemanî di wê çarçovê de dilgiran e bi kûrkirina hevkariyên piralî.
Cîgirê serokê meclisa neteweyî bi kêfxweşî diyar kirîye ku navenda Tûmo ya têknolojiyên efirîner wê 1 ê hezîranê de bi awayekî fermî li Japonyayê bê vekirin û pê bawer e ku ew ê xizmeta perwerdekirina bi hezaran ciwanên Japonî bike û nefeseke nû bide hevkariya di navbera her du welatan de.
Sêkî Yoşîhîro girîngî da avakirina aştiyê di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de û amadebûna xwe ji bo piştgirîkirina ermeniyên ji Qerebaxa Çiya koçkirî nîşan da.







