H’emû nûçeSereke
Cênîfêr Lopês cara ewil wê li Ermenîstanê derkeve ser dikê

3 ê tebaxa sala 2025 a, superstara cîhanî Cênîfêr Lopês wê li Yêrêvanê konsêrtê bide. Li gor nûçeya “Zartonk Media” ê stranbêj wê di çarçoveya gera xwe ya cîhanî ya “Up All Night” de serdana Ermenîstanê bike.Konsêrtê wê li Yerîvanê li stadîyona komarî ya ser navê Vazgên Sargsyan pêk bê.
Tûr wê 1 ê tîrmehê li Tirkîyayê dest pê bike û welatên Avropayê, Rojhilata Navîn û Asya Navîn cîh digirin.
Berya ku serdana Ermenîstanê bike, ew ê li bajarên Tirkîyayê, Misirê, Îspanîyayê, Macaristanê, Îtalyayê, Polonyayê, Rûmînyayê, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba û Qazaxistanê konsêran li dar bixe.







