H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê mecalê lê dinihêre ku matêryalên kevirê dur ji Angolayê bînin

Nava dorana seredana xebatêye li Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan rastî wezîrê Angolayêyî senayê û kirîn-frotanê Rûy Mîgûêns Dê Olîvêyra  hatîye.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, ji wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê ragîhandine wekî wextê hevdîtinê pirsên bona ji Angolayê destanîna matêryalên kevirên dur hatine gotûbêjkirinê.

Gêvorg Papoyan atmosifêra Ermenîstanêye învêstîsîyon raber kirîye û daye dîyarkirinê,wekî pêvajoya amadekirina matêryalên kevirên dur li Ermenîstanê pêşketîye û dikarin salê mîlîonek nîv karat ji wan kevirê dur ji Angolayê bînin Ermenîstanê. Wezîra gotûbêjkirin berdewam kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button