H’emû nûçeSereke

Mihêr Grîgoryan Mîxayîl Şvîdkov qebûl kirîye: bernamên bi pêrspêktîvî hatine gotûbêjkirinê

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê  Mihêr Grîgoryan wekîlê serokê Rûsîyayê, yê pirsên hevkarîya çandî Mîxayîl Şvîdkov qebûl kirîye.Derheqa wê yekêda ji hukumata Ermenîstanê elam kirine.

Wextê hevdîtinê, bernamên bona hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda, yên nava govekên perwerdê, zanistîyê û çandêda, hatine gotûbêjkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa teşkîldarîyên bona piştgirîya tûrîzmê çûye.

 Herdu alîya jî derheqa amadebûnêda dane dîyarkirinê, ku ew hewaskarin hevkarîya dualî bidine kûrkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button