
Şandeke DEM partîyê serdana Rûsyayê kirîye, derbarê pêvajoya aşîtîyê li Tirkîyayê û banga Ocelan ya ji bo vê mijarê de, hevdîtinan pêk tîne.
DEM partî ragihandîye, şanda wan ku ji cîgira hevseroka giştî ya komîsyona têkilîyên der Êbru Gyûnay,cîgirê hevserokê lijneya rêveberiyên herêmî Mehmed Ruştu Tîryak, berdevkê komîsyona aboriyê Saruhan Oluç û serokwekîla koma DEM partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît pêk tê, li Rûsyayê hevdîtinên cuda pêk tînin.
DEM partî tekez dike, şanda wan bi komîtêya têkilîyên der ya Dûmayê, komîtêya rêveberîyên xwecihî û polîtîkayên herêmî ya Dumayê re cuda- cuda li hev civiyan.Di hevdîtinan de banga aşîtî li Tirkîyayê û hin mijarên din gotûbêj kirine.







