
Berpirsa têkiliyên der ya rêveberîya xweser Îlham Ehmedê diyar kirîye, pêvajoya aşîtîyê wê bandoreke erênî li Sûryayê bike.
Îlham Ehmedê di hevpeyvînekê bi ajansa “Mezopotamya” re derbarê xala agirbesta di navbera HSD û Tirkîyayê de gotîye: “Em dixwazin têkiliyên xwe bi welatên cînar re baş bikin û baş bin, yek ji wan dewletan ku em naxwazin di navbera me de şer dernekeve, Tirkîya ye. Em dixwazin têkilîyên xwe di gelek waran de pêş bixin û ji bo ewlekariya Sûrîyayê em bi Tirkîyayê re li hev bikin”.
Derbarê pêvajoya nû ya aşîtîyê ya li Tirkîyayê û Bakurê Kurdistanê de diyar kirîye, banga Ocalan gelekî girîng e, lê mixabin sarbûnek ji aliyê dewleta Tirkîyayê ve heye.
Berpirsa têkiliyên der ya rêveberîya xweser gotîye: “Em hêvî dikin ku Tirkîya bi awayekî erênî nêzîkî mijarê bibe”. Herwiha diyar kirîye: “Hukumeta Tirkîyayê ji bo pêşxistina pêvajoyê berpirsyar e”.
Îlham Ehmedê amaje bi wê jî kirîye: “Beşdarbûna hemû alyan di destpêşxeriyê de pir girîng e û proseya aşîtîyê wê bandoreke erênî li Sûrîyayê û welatên navçeyê bike”.







