
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarîya forûma dîplomasîya Antalyayê hat vexwendin ku wê rojên 11-13 ê nîsanê li Tirkiyayê were lidarxistin.
Ev forum wê pirsên girîng yên siyasî û dîplomatîk yên herêmê û cîhanê bixe rojevê û derfetê bide beşdaran ku li ser çareseriya pirsgirêkan bi hev re gotûbêj bikin.
Beşdariya serokê Herêma Kurdistanê bo vê lûtkeyê wê derfetekê pêşkêş bike ku pêwendiyên Kurdistanê bi welatên herêmê û cîhanê re xurttir bibin.
Tê payîn ku di vê civînê de wê mijarên girîng yên pêwendîdar bi herêmê bên gotûbêjkirin û Nêçîrvan Barzanî wê helwest û dîtinên Herêma Kurdistanê bîne zimên.
Malpera fermî ya foruma dîplomasiyê ya Antalyayê ragihandiye wekî yek ji mêvanên sereke beşdarî civînê bibe ku sibe înê, li bajarê Antalyaya Tirkiyayê dest pê dike û 3 rojan berdewam bike.
Foruma dîplomasîyê ya Antalyayê ya çaremîn ya sala 2025 a dê bi navê “Vegera dîplomasiyê di cîhaneke dabeşbûyî de” pêk were.
Nêçîrvan Barzanî, ji bo cara sêyemîn tê vexwendin.
Serokê Herêma Kurdistanê di sala 2022 a û sala 2024 a jî tevlî forumê bûbû.
Civîn ji alîyê wezîreta Tirkîyayêye karên der ve tê sazkirin.
Serokkomarê Tirkîyayê RecebTayîb Êrdogan, wezîrê Tirkîyayêyî karên der Hakan Fîdan û hinek berpirsên payebilind yên dewletê û serokên welatan, wezîrên karên der û siyasetmedar wê tevlî forumê bibin.
Ji Îraqê û Herêma Kurdistanê, ji bilî Nêçîrvan Barzanî, wezîrê Îraqêyî karên der Fuad Husêyn jî hatiye vexwendin.
Foruma dîplomasiyê ya Antalyayê ya yekemîn sala 2021 ê hatîye lidarxistin.
Forum serokên cîhanê, siyasetvan, akademîsyen, pisporên bazirganiyê û her wiha nûnerên medya û civaka medenî kom dike ji bo lêkolîna ka çawa dîplomasî dikare rewşê biguherîne û me rêberî bike di cîhaneke dabeşbûyî de ji bo dîtina zemîneke hevpar ji bo karê bi hev re.
Armanca civîna îsal ya Antalyayê, wek di malpera wan de hatiye ravekirin wiha ye:
“Armanc teşwîqkirina gotûbêjê ye ji bo pênasekirina ji nû ve ya rol û bingehên sereke yên dîplomasiyê di rewşeke zêdetir bipolarîze de ye.
Bi rêya gotûbêjê li ser sedemên bingehîn yên pirsgirêkên cûre-cûre, civîn siyasetvanan han dide ku bifikirin ka çawa vê serdemê aloz ji aliyê dîplomasiyê ve birêve bibin”.







