H’emû nûçeSereke

Nêzîkî 80 ermenî bi destê zorê hatine undakirin: Sîranûş Sahakyan

Girtîyên ermenî yên li Bekûyê tên girtin her tim tên dîtin û rastî gefên li ser jiyana wan tên. Di destê me de bi dehan bûyerên tomarkirî hene ku mirov di dema dîlgirtinê de hatine kuştin. Di 10 ê nîsanê di panêla li ser girtiyên ermenî yên li girtîgehên Bekûyê de parêzvana berjewendîyên girtiyên şer yên li dadgeha Avropayê Sîranûş Sahakyan axivîye.

“Mijara girtîyên şer di esilê xwe de bi mijara undakirina bi destê zorê ve girêdayî ye, dema ku her çend delîlên me tunebin ku dîlên şer hatine kuştin, lê dozên me hene ku bi dehan ermenî, nêzîkî 80 ermenî, rastî undakirina bi zorê hatine”.

Nêzîkî 23 ermenî bi berdewamî li Bekûyê tên girtin. Wek tê zanîn sala 2020 î de ji 23 kesan 5 hatin girtine û bûyerên mayî jî di sala 2023 a de hatin tomarkirin. Ji 23 a 7 beşek ji dadgehkirinên temam bûne, derbarê wan de biryarên sûcdar hene û li gor Adirbêcanê ew ermenî ne ku cezayên wan giran kirine. Siranûş Sahakyanê wiha gotîye: “Ev mehkûmî li ser sûcên derewîn yên wek jenosîd yan jî sûcên şer yên di şerê yekem de hatine kirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button