Telîmên Ermenîstanê û Îranêye tevayî cîleqandinên nava gêopolîtîka herêmêda didine dîyarkirinê: BBC

Hêzên Ermenîstanê û Îranêye taybet li ser hidûdên herdu welata telîmên leşkerî pêk tînin.Derheqa wê yekêda ajansa BBC ê nivîsîye.
“Ev bûyar yên wedekurt û lokalin, ev telîm cîhleqandinên berfireh, yên nava gêopolîtîka herêmêda didine kifşê.Ew li ser xala hidûde Agarak-Nordûzêra derbaz dibin, ya ku piştî hilweşîna Sovyêtê ji alîyê sînorxweykirên Rûsîyayêda li alîyê ermenî dihate parastinê. Piştî çileya sala 2025 a, dewsa wan sînorxweykirên ermenî sekinîne.Bi hesabhildana întêgrasîya avropî û nêzîkbûna tevî Rojavayê, desthilatdarîya Ermenîstanê dicêribîne Tehranê bide bawarkirinê,wekî xemgînî tune û nava şerê dijî Îranê Ermenîstanê nebe cîhê bona Rojavayê bingeh.
Pêknaîna telîmên ewlin, yên Ermenîstanê û Îranêye tevayî şedetîya wê yekê didin wekî dîplomatên ermenîra li hev hatîye ku hevkarên xweye îranî bînin ser wê fikirê ku rîya Yêrêvanêye berbi Rojavayê dijî Îrana cînar nîne”,- BBC ê daye dîyarkirinê.







