
Xudanê mêdala bironz, ya lîstikên olîmpîyada li Tokîoyê, çêmpîyonê dinîyayê, sê cara çêmpîyonê Avropayê Malxas Amoyanê wekîlê ji miletê me cara 4 emîn bû çêmpîyonê Avropayê.Li paytextê Slovakîyayê-Bratîslavayê pêşbirka gulaşa yûnanî-romayî pêk hat, wextê kîjanê Malxas Amoyanê wekîlê ji miletê me cara 4 emîn bû çêmpîyonê Avropayê û bû xudanê mêdala zêrîn.Fînalêda Malxas Amoyan bi hesabê 3:1 hindava gulaşgirê gurc Ramaz Zoyîzê şer kir. Hetanî gihîştina fînalê, Malxas Amoyan sê cara ser ketîye.
Malxas Amoyan 22 ê çileya sala 1999 a li Yêrêvanê hatîye dinîyayê. Ew ji miletê meye û ji sala 2016 a da gihîştîye açixîya, lê hetanî niha jî bûye xudanê gelek mêdalên cûre-cûre.
Malxas Amoyan birazîyê xudanê mêdala bironz, ya olîmpîyada li Pêkînêye sala 2008 a û xudanê gelek mêdalên derecebilind, usa jî yê çêmpîyonê Avropayê, dinîyayê Romanê Hesen Amoyane.







