H’emû nûçeSereke

Adirbêcan welatê herî avakir nîne: Rûbînyan derheqa paşketina îmzekirina peymana aşîtîyêda

Serokwezîrê Ermenîstanê amadeye tevî Adirbêcanê peymana aşîtîyê morke.Derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê, wekîlê Ermenîstanêyî nava pirsên normalkirina pêwandîyên tevî Tirkîyayê Rûbên Rûbînyan gotîye.

Bi bîranîna wê yekê,wekî têksta dokûmêntê hatîye qayîlkirinê, Rûbînyan  gotîye: “Em amadene çiqasî dikarin lez îmzekin, û ew yek dide kifşê,wekî serokwezîr amadeye û me jî pêşnîyar kirîye ku Adirbêcan dora cîh û wedê îmzekirinê şêwirdarîya destpêke”.

Bi şirovekirina hevdîtina li Antalîyayê, ya bi dereca wezîrên karên der, Rûbînyan gotîye,wekî tu tiştekî nû nehatîye elamkirinê, alîya tenê tabîyên xwe raber kirine.

Çawa bersiva wê pirsê ku xwestina Bekûyêye bona paşxistina pêvajoyê çiva girêdayîye, Rûbînyan gotîye wekî  “hewce nîne meriv şirove bike, hemû kes jî zanin wekî Adirbêcan welatê herî avakir nîne, tiştê mayî jî li deşta Adirbêcanêye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button